Amerîka: Me êrîşî hêzên Hikûmeta Sûryê nekiriye

Serkirdatiya Navendî ya Artêşa Amerîka ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî, bingehên Hikûmeta Sûryê li Dêra Zorê bordûman nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serkirdatiya Navendî ya Artêşa Amerîka ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî, bingehên Hikûmeta Sûryê li Dêra Zorê bordûman nekiriye.

Ajansa Reuters ji ser zimanê peyvdarê Serkirdatiya Navendî ya Artêşa Amerîka Bel Orban veguhestiye, ku hevpeymaniya navdewletî ti operasyon li dijî bingehên Hikûmeta Sûryê li Dêra Zorê encam nedaye û ti zanyariyên din derbarê wê mijarê li cem wan tine ne.

Vê sibehê Hikûmeta Sûryê ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî, bingehên artêşa wê li Dêra Zorê bordûman kiriye.

Ajansa Sana ya fermî jî belav kiriye, ku serê sibeha îro firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bingehên artêşa Sûryê li El-Bûkemal û gundê Himêmiyê bordûman kirin û gellek ziyanên madî li wan bingehan bûne.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandina Cengî ya ser bi Wezareta Berevaniya Sûryê ve, ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî du bingehên artêşê li kargeha T2 ya enerciyê kiriye.

Duh jî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku li Dêra Zorê şer û pevçûn di navbera artêşa Sûryê û hêzên Sûrya Demokrat de çêbûne, lê ti zanyariyên din derbarê hûrkarî û ziyanên wî şerî neda.

N.O