Qedrî cemîl: Civînên Astana di navbera aliyên leşkerî de ye

Serkird di Eniya Guhertin û Azadiyê de Qedrî Cemîl, ragihand di qonaxa yekem ya civînên Astanayê de, tenê aliyên leşkerî dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkird di Eniya Guhertin û Azadiyê de Qedrî Cemîl, ragihand di qonaxa yekem ya civînên Astanayê de, tenê aliyên leşkerî dicivin.

Qedrî Cemîl ji rojnameya “El-Wetin” ya Sûrî re ragihand, civînên Astanayê di 23ê vê mehê de, dê di navbera nûnerên grûpên opozîsyonê yên li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine û nûnerên rêjîma Sûriyê de were lidarxistin.

Herwha endamê berê yê Desteya Hevahingiyê ya opozîsyona Sûriyê Munzir Xedam raghand ku, di wan civînan de danûstandin nayên kirin, lê tenê dê hin belgeyên ku berê hatibûn îmzekirin, gotubêj bikin, wek rêkeftina agirbestê, rawestandina şer û hikûmetek veguhêz.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Fransayê ji ragihandibû, ku hêzên wan yên leşkerî (YPG û HSD) ji bo danûstandinên Astanayê nehatine vexwendin û dibe ku Veto ji aliyê hin welatan ve li ser beşdarîkirina wan  hatibe bikar anîn.

Bi serpereştiya Rûsya û Tirkiya di şeva 30 vê mehê de, agirbeteke giştî li tevahiya Sûriyê hate cibicîkirin, lê piştî agirbestê bi çend demjimêran çend binpêkirin hatin tomarkirin.

Biryar e di 23 vê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne lidarxistin, lê heta niha aliyên beşdar bi tevahî  nehatina destnîşankirin.