Saîrûn: Bila Amerika ji Iraqê derkeve!

Hevpeymaniya Saîrûn ragihand, ew kar liser derxistina Hêzên Amerîkî ji Iraqê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Saîrûn ragihand, ew kar liser derxistina Hêzên Amerîkî ji Iraqê dike.

Parlemantarê Hevpeymaniya Saîrûn Es'ed 'Ebid alSade ya bi Serokatiya Muqteda Sedir ragihand, Parleman liser derxistina Hêzên Amerîka ji Iraqê rijd e. Got jî, ew li dijî hebûna her hêzek biyanî li Iraqê ne, jiber ku karînên Iraqê bi xwe hene ku, rûbirûyî terorê bibe. Navborî ragihand jî, tevî ku Serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû, Amerîka ji bo şêwriyê li Iraqê ye, lê ew tu şêwirmendiyeke Amerîkî nabîn in.

 

 

C.B