Berpirsên Hussiyan di êrîşên Hevpeymaniya Erebî de hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşeke esmanî ya Hevpeymaniya Erebî li devera Hiran, hate ragihandin ku, serkirdeyekî Hussiyên Yemenê Ebu Qehtan ligel 7 çekdarên din hatiye kuştin.
Ligor agahdariyan di êrîşek din de li bajarê Heys, berpirsên Hussiyan Elî Mihemed Silêman Xalisî û Ebû Malik hatine kuştin.
Berpirsiyarek din ê Hussiyan Hamis Qasim Heykel, nêzîkî bajarê Heys di êrîşek helîkopterî ya Hevpeymaniya Erebî de hatiye kuştin, herweha fermanbarê Hussiyan Ebdilrehman Mihemed el-Dehn li Hudeyde di êrîşek Hevpeymaniyê de hatiye kuştin.