Goran: Bi PDKê xweş e em beşdarî hikûmetê bibin

Peyvdarê Tevgera Goranê Şoreş Hacî li ser naveroka civîna wan bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li Silêmaniyê ragihand, bi PDKê xweş e Tevgera Goranê beşdarî hikûmetê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Tevgera Goranê Şoreş Hacî li ser naveroka civîna wan bi şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li Silêmaniyê ragihand, bi PDKê xweş e Tevgera Goranê beşdarî hikûmetê bibe.

Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, Peyvdarê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand, piştî ragihandina encamên hilbijartinan û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ev yekem civîn e û dê civînên din jî dê hebin.

Got jî: “Biryara dawiyê ya beşdarîkirina di hikûmeta nû de li cem Civata Giştî ya Goranê ye. Em nerîn û têbînin PDK bi wê civatê re gotûbêj dikin û piştre bersiva xwe didin PDKê.”

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehemd ragihand, ew ji piştî proseya hilbijartinan kar li ser bichkirina sozên ji xelkê Kurdistanê re dikin.

Peyvdarê PDKê ragihand, wan bi Tevgera Goranê re derbarê hikûmraniyeke giştgîr kirine, ji bo bibe sedema başbûna aborî û jiyana xelkê Kurdistanê.

Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, îro şandeke bilind a PDKê serdana bajarê Silêmaniyê kir, destpêkê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û piştr bi Tevgera Goranê re civiya.

 

S. B