Li 37 deverên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 15 gund û 22 mezrayên girêdayî navçeya Hênê û Lîce yên Diyarbekirê qedexe hat ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê di daxuyaniyekê de diyar kir ku li 15 gund û 22 mezrayên girêdayî navçeya Hênê û Lîceyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku berpirsên paye bilind ên PKK'ê li wan herêman hene û wê li wan herêma operasyon bê destpêkirin. Qedexe îro ji demjimêr 06.00'an ve hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin ku qedexe ji bo ewlekariya welatiyan hatiye ragihandin.
S. B