HSD: YPG û YPJ li Minbic nîn in
K24 – Navenda Nûçeyan
HSD radighîne, ew ne agahdarî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê di derbarê Minbic de ne.
Berpirsê pêwendiyên derve yê Hêzên Sûriya Demokrat Rêdûr Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihand, di derbarê rêkeftina Waşington û Enqere li ser vekşandina Hêzên Sûriya Demokrat ji bajarê Minbic, ew ne agahdar in.
Rêdûr Xelîl diyarkir, tişta ku ew dizanin Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jinê YPJ, piştî azadkirina bajarê Minbic di 15ê Tebax a 2016an de, ji wî bajarî vekişiyan e û bajar radestî Civata Leşkerî û Hêzên Asayiş û Civata Sivîl a wî bajarî kirin e.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu ragihandibû ku, Tirkiye û Amerika di derbarê vekşandina hêzên YPG ji Minbic lihev kirin e.
C.B