Umerê Seyd Elî: Egera pêketina şerekî din yekîtiya Kurdan dixwaze

Li Silêmaniyê şandeke Tevgera Goran bi serokatiya Umerê Seyd Elî, serdana Yekgirtûya Islamî kir û li gel Selahedîn Behaedîn civiya.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kordînatorê giştî yê Tevgera Goran Umerê Seyd Elî got: "Egera serhildana şerekî din heye, lewra divê yekrêzî û yekdengiyeke bêtir di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hebe."

Duh li bajarê Silêmaniyê şandeke Tevgera Goran bi serokatiya Umerê Seyd Elî, serdana Yekgirtûya Islamî kir û li gel Selahedîn Behaedîn civiya.

Di civînê de kordînatorê giştî yê Tevgera Goran Umerê Seyd Elî ragihand "Guhertinên navçeyê û egerên pêketina şerekî nû, yekrêzî û yekdengiyeke bêtir ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwaze."