Konsûlxaneya Tirkiye dest danî ser pasporta boksorê Kurd

İsmail Ozen bi twitterekê da xuyakirin: li ser fermana Wezareta derve û dadê ya Tirkiyê, biryara desteserkirina pasaporta wî dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Boksorê Kurd Îsmail Ozen ku li Almanya dijî, Pasporta wî ji alî Konsûlxaneya Tirkiye ya bajarê Hamburg a Almanyayê ve bi henceta piştgiriya terorê dike, desteser kirin.

Îsmail Ozen ku li bajarê Almanya Hamburgê dijî, di sala 2012 an de, di berikana 76 Kiloyê de, bû bû şampiyon.

İsmail Ozen bi twitterekê da xuyakirin: li ser fermana Wezareta derve û dadê ya Tirkiyê, biryara desteserkirina pasaporta wî dan e.

Boksorê Kurd Ozen, di berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Konsûlxaneyên Tirkiyê yên Almanya, pasaportên gelek welatiyên Kurd û Elewiyan desteser kirine.

İsmail Ozen di dema serkeftina xwe ya boksê de, Ala Kurdistanê vekiribû û ji alî Hevserokê HDPê yê Berê Selahaddîn Demirtaş ve jî, ew hatibû pîroz kirin.

 

 

C.B