Artêşa Ewrûpa tê damezrandin

Berpirsiyara Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpa Federica Mogherini ev rêkeftin, rêkeftinek dîrokî binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

23 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa (YE) biryar dan ku, bi butçeyek ji 5 milyar Euroyan dê desta bergiriya Ewrûpa damezrînin. Herweha bi beşdariya artêşên van welatan, dê artêşek mezin a Ewrûpa pêk were.

Berpirsiyara Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpa Federica Mogherini ev rêkeftin, rêkeftinek dîrokî binav kir û da diyarkirin ku, bi vê rêkeftinê dê çarçoweya NATO jî bihêztir bibe.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel rêkeftin, yek ji girîngtirîn rêkeftinên Yekîtiya Ewrûpa destnîşankir.

23 endamên Yekîtiya Ewrûpa ku imzeya xwe avêtina – rêkeftina pêkanîna Artêşa Bergiriya Ewrûpa ev in: Austuria (Nemsa), Belçika, Bulgaristan, Komara Çek , Xırvatistan, Kıbrıs, Estonya, Finlandiya, Fransa, Almanya, Yunanistan, Macaristan, İtalya, Letonya, Litvanya, Lüksemburg, Hollanda, Polonya, Romanya, Slovakya, Slovenya, İspanya û Swêd.

Ger welatên din ên endamên YE bixwazin, ew jî dê bikaribin endamîn vê Artêşê.