Zincîreyeke teqînan li firokxaneya Hemayê

Zincîreyeke teqînan li nava firoxaneya leşkerî ya Hemayê rû dan, ta niha jî sedema wan teqînan nehatine zanîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zincîreyeke teqînan li nava firoxaneya leşkerî ya Hemayê rû dan, ta niha jî sedema wan teqînan nehatine zanîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, zincîreke teqînan li nava komgehên çek û sotemeniyê yên firokxaneya leşkerî ya Hemayê rû dan.

Rewangehê amaje bi wê kir, ta niha nehatiye zanîn ku sedema wan teqînan çi be, lê dûmanên reş ji firokxaneyê derdiveke, bê ku ti zanyariyên din belav bike.

Ev teqîn di demekê de ne, ji hefteya bûrî ve çendî car in firokeyên Îsraîlî hejmarek ji binkeyên leşkerî yên Sûriyê bombebaran kiribûn, Îsraîlê jî digot, ew navendên Îranê yên li nava xaka Sûriyê armanc digire.

 

S. B