Amerîka pêşniyara “Nenavendî” bo Sûriyê dike

Medyaya Tirkiyeyê eşkere dike, Amerîka li civîna Cenêvê ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê pêşniyaza avakirina hikûmetên herêmî kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyaya Tirkiyeyê eşkere dike, Amerîka li civîna Cenêvê ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê pêşniyaza avakirina hikûmetên herêmî kiriye.

Rojnameya “Hurriyet” a Tirkiyê belgeya Amerîkayê ya ji bo civîna Cenêvê pêşkêş kiriye û ji 8 xalan pêk tê eşkere kir.

Li gor wê belgeyê, Amerîka ne li dijî pêvajoya çareseriya siyasî ya digel Esed berdewam bike ye. Lê Amerîka pêşniyara avakirina hikûmetên herêmî kiriye û xwastiye erkên rêvebirina hikûmeta nû ji hev serbixwe bin.

Herwiha di pêşniyaza Amerîkî de hatiye, Divê desthilatdariya hikûmeta navendî ji bo hikûmetên herêmî were parvekririn. Herwiha divê nûnerên bakurê rojhilatê Sûriyê jî di avakirina Komîta Destûra nû ya ji bo Sûriyeya nû de cih bigrin.

Civîna Cenêvê roja 11ê vê mehê bi beşdariya welatên gerantîker ên krîza Sûriyê Rûsya, Tirrkiye û Îranê dest pê kiribû û di du rojên destpêkê de bi Nûnerê Navdewletî Staffan De Mistura re civiyabûn.

Amerîka jî vê carê bi Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Rêveberiya Amerîka yê taybet bo Sûriyê Joel Riborne beşdarî civînên Cenêvê bû.

Sîstema Nenavendî bo Sûriyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî di danûstandinên xwe yên bi rêjîma Sûriyê re pêşniyaz kiribû. Herwiha ENKSê daxwaza wê nenavendiyê dike.

 

S. B