Di şerê Sûriyê de 2 milyon zarok sêwî mane

Ji ber şerê navxweyî yê Sûrî û bi peydabûna DAÎŞê li herêmê, zêdetirî 5.5 milyon zarok bandor ji şer dîtin û 2 milyon zarok sêwî man.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji ber şerê navxweyî yê Sûrî û bi peydabûna DAÎŞê li herêmê, zêdetirî 5.5 milyon zarok bandor ji şer dîtin û 2 milyon zarok sêwî man. Di nav van zarokan de 500 hezar jê ji demên ku DAÎŞ li Mûsil û Suriyê karîger bû sêwî mane. Ev zarokên sêwî yan li dewletên ku koçberbûne li stargehan jiyana xwe didomînin yan jî li gel kesûkarên xwe li hember jiyanê têdikoşin.

Zarokên Sûriyeyî yên ku di şer de Dayîk û Bavên xwe ji dest dane li Tirkiyê ligel kes û karên xwe li hember jiyanê têdikoşin. Zarokên ku li welatê xwe tûşî êş û azarên mezin hatine ji ber ewlehiya canê xwe neçar man e û berev Tirkiyê koçberbûne. Piraniya van zarokan niha li Tirkiyê dimînin. Hinek jê li gel kesûkarên xwe hinek jî li sêwîxaneyan jiyana xwe didomînin û piraniya wan di bin stargehên welatên ku lê koçberbûne bo jiyanê li ber xwe didin.

Ev zarokên ku niha li Stenbolê di bin van stargehan de jiyana xwe didomînin li gel karîgeriya wan rojên bi êş û zehmet hewl didin ku perwerdehiya xwe ya nîvco mayî berdewam bikin. Berpirs û rayedarên dibistana Sûriye Canê ya ku niha 35 zarok lê perwerdehî dibînin amaje dikin ku ji van 6 jê sêwî ne û li gel kesûkarên xwe jiyana xwe berdewam dikin lê hê jî di bin bandora derûniya heyama şerde ne.

Gerînendeya Dibistana Sûriye Canê Nor Rîşo ji K24ê re got: "Li vir 35 zarok perwerdehiyê dibînin û ji gelek welatan zarok hene. Ji Sûrî, ji Iraqê, ji Lîbyayê… Hinek ji van hê jî di bin bandora şer de ne. Yek jê nabihîze. Hinek jê sêwî ne. Bi qasî ku ji destê met ê em harîkariyê didine van zarokan. Em bi hev re dilîzin û ders didine wan. Gava ev zarok hê nû hatibûn ne dixwestin ji kesûkarên xwe dûr bikevin lê bi demêre elimîn. Tirsa wan jî ji ber karîgeriya şer e".

Barê giran yê şer û êş û azarên bê payan ligel mezinan bi taybet li ser mil û dilê jin û zarokan birînên mezin vedikin. Nûçeyên bi êş, birçîbûn, feqîrî û hêviya ku her ku diçe ber bi tarîtiyê ve diguhere encamên herî xedarin di jiyana zarokan de. Yasmîna ku ligel dayîka xwe ji Helebê reviyayî jî yek ji wan zarokan e ku tûşî van hemû zehmetiyan hatiye. Beriya 3 salan gava ku bavê wê tê kuştin li gel dayîka xwe tên ba kesûkarên xwe. Yasmîn niha her zilamê ku dibîne wek bavê xwe dihesibîne û hembêz dike. Mamosteyên wan jî amaje dikin ku bo derman kirina derdên wan ka çi destê wan tê ew dikin.

Mamoste Mîdya Keleş dibêje: "Piraniya zarokên me ji ber şerê Sûrî reviyan e. Hûn jî rewşa Surî dizanin. Zarokek heye li vir, ji ber dengên şer guhê wî nabihîze. Em li vir dixwazin harîkariya hemûyan bikin. Li vir zarokên ku bavê wan hatine kuştin hene. Carinan gava zarokên din li gel bavên wan dibînin gelekî xemgîn dibin. Em li vir ji wan re hem dayîk û hem jî bav in."

Ji ber şerê Surî û hêrîşên DAÎŞê jiyana zarokan jî her ku diçe dikeve nav rewşeke dramatîktir. Li gor amarên Fona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê navxweyî yê Suriyê û hêrîşên DAÎŞê heta niha 5.5 milyon zaroka ji şer bandor wergirtiye. 2 milyon zarok jê sêwî mane. Li gor encamên dawî ji zêdetirî 40 hezar zarokên Suriyeyî û Iraqî jiyana xwe ji dest da û 15 hezar zarok jî bi tena serê xwe ji sînor derbasî welatên derdorê bûne.