Rêxistiya UNPO piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike

Rêxistiya (UNPO) ku taybet e bi gel û netewan, yên ku nûnerên wan di Netewên Yekgirtî de tune, di daxuyaniyekê de, piştevaniya xwe ji bo referendum û serxwebûna Kurdistanê re tekez kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistiya (UNPO) ku taybet e bi gel û netewan, yên ku nûnerên wan di Netewên Yekgirtî de tune û ofîsa wê rêxistiyê li Brukselê ye, di daxuyaniyekê de, piştevaniya xwe ji bo referendum û serxwebûna Kurdistanê re tekez kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Ev referandum gellekî giringe ji bo xelkê Kurdistanê û derfeteke giringe ji bo çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî siyasî û li gel wê çarekirinê, wê mafê ew grûpên olî û netewî yên li Kurdistanê dijîn bê parastin.”

Herweha wê rêxistiyê tekez kir, ku ew bi xurtî piştgiriya mafê biryardanê li ser çarenivîsê ji bo gelê Kurd dike, ku ev demeke gellekî dirêje li hêvya vê rojê ye.

(UNPO) Rexne li hikûmeta Bexdayê kir, ji ber ku li dijî referandumê radiweste û daxwaz ji Bexdayê kir, ku heger xelkê Kurdistanê gotin belê ji serxwebûnê re, divê ew jî bi awayekî erênî pêşwaziya biryara xelkê Kurdistanê bike.

Heman rêxistinê ji civaka navdewletî jî xwest ku rêzê li biryara xelkê Kurdistanê bigire.