Li ser sînorên Qamişlo û Nisêbînê YPGê û serbazên Tirkiyê şer kirin

Serokerkaniya Tirkiyê: Şervanên YPG ji aliyê Qamişlo ve teqe li serbazên me kirin, wan jî bersiv dan û 8 şervanên YPGyê canê xwe jidest dane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê di navbera Nisêbînê û Qamişlo de, şervanên YPGê û serbazên artêşa Tirkiyê şer kirin û li gorî daxuyaniya Serokerkaniya Tirkiyê, 8 şervanên YPGê canê xwe jidest dane.

Serokerkaniya Tirkiyeyê diyar kir, ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve, ber bi bajarokê Nisêbînê ve, şervanên YPGê teqe li serbazên Tirkiyê yên li ser sînor kirine û wan serbazan jî bersiva şervanên YPGê dane û di encamê de 8 şervanên YPGyê canê xwe jidest dane.

Duh Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan gotibû ewê li seranserî Rojavayê Kurdistanê şerê YPGê bikin.

N.O