Grûpên çekdar bi darê zorê Kurdan ji gundên wan derdikin

Grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê bi darê zorê welatiyê gundê Elî Qîno yê Kurdên Êzdî yê ser bi Efrînê ve ji gund derdikin û mal û milkên gundiyan didizin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li bajarê Ezazê bi darê zorê welatiyê gundê Elî Qîno yê Kurdên Êzdî yê ser bi Efrînê ve ji gund derdikin û mal û milkên gundiyan didizin.

Derbarê vê bûyerê de, Encûmena Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di daxuyaniyekê de da zanîn, ku hêzên çekdar ên li Ezazê ji roja 9 Hizêranê de bi ser gundê Elî Qîno yê Kurdên Êzdî de girtin û bi darê zorê dest bi derkirina gundiyan ji wî gundî kirin.

Xweciha Efrînê diyar kir ku, hêzên çekdar dest danîn ser mal û samanên gundiyan û hemû kelûpelên gundiyan ji çek, zeyt û pez dizîn. Herwiha welatiyên gundê Elî Qîno jî neçar bûn derbider bibin û derveyî gundê xwe bimînin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê ev bûyer şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan kir, ku fişarê bixe ser van grûpên çekdar, da ku welatiyên gundê Elî Qîno vegerin ser mal û milkên xwe.

Tê zanîn ku zêdetir ji 55 welatiyên Kurd yên ji gundên bakurê Helebê ji heftiya borî ve ji aliyê çend grûpên çekdar ên ser bi operasyona Mertala Ferêt ve hatine revandin, ku di nav wan de kesên bi temen jî hene.

Bi dehan gundên Kurdan li navçeyên Ezaz, Bab û Cerbalusê hene, ku ji demekê ve grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike bi taybet li gundên Kurdan ên wek, Qibşîh, Til Circî, Qere Kilbên, Sosinbat û Numan zorê li welatiyên Kurd dikin û mal û milkên wan didizin.