Tirkiyê Gelo wê baregeha Încirlikê asê bibe an na?

 

K24 – Enqere

Baregeha Încirlikê wê bê girtin an na? Niha ev mijar yek ji wan mijaran e ku li Tirkiyê tê nîqaşkirin. Pispor û rojnamegeran ev mijara di rojeva Tirkiyê de ji bo K24ê nirxandin.

Nîqaşên derbarê girtina baregeha Încirlikê de berdewam dikin. Ev mijar di 5ê vê mehê de pêşî ji aliyê Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ve rojekê bi şûn de jî ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu ve hate rojevê. Çavuşoglu diyar kir ku baregeha Încirlikê ji aliyê Amerîka, NATO û hêzên hevpeyman yên li dij DAIŞê têdikoşin ve tê bikaranîn. Tirkiye jî di nava vê têkoşînê de ye, lê Amerîka û hêzên din piştevaniya Tirkiyê nakin, naxwe çi wateya hebûna baregeha Încirlikê heye? Piştî van daxuyaniyan her çiqas Amrîkayê parastina xwe kir jî nîqaşa li ser girtina Încirlikê ji rojeva Tirkiyê neket.

Li gorî Pisporê Rojhilata Navîn Dunya Başol, girtina Încirlikê ne hêsan e, bi taybetî jî ji aliyê têkîliyên bi NATOyê re. NATO wek xerca nav welatên Rojava ye. Tirkiye jî 65 sal in ku di nava vê çandê de ye. Guherîn û vegûherîn bi taybetî jî durketina ji NATOyê di warê transformasyona leşkeri û ji aliyê peydakirina çekan ve wê Tirkiyê bi kêşeyên mezin re rû bir û bihêle.

Pisporê Rojhilata Navîn li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Serokomariya Abxazyayê Dunya Başol ji K24ê re axivî û got: “Dema Încîrlik bê girtin di destê Emrîkayê de alternatîf hene. Li Urdinê an jî li Herêma Kurdistanê dikare baregehên xwe firehtir bike. Yan jî li Rojavayê dikare daxwaz bike ku baregehek bê danîn. Ji aliyê Emrîkayê ve nê jidestçûyîneke mezin be girtina Încirlikê. Tenê ji aliyê NATOyê ve dibe ku kêşe rû bidin. Transformasyona NATOyê ya li Rojhilata Navîn hingê wê kêmtir bibe. Gelo Tirkiye dikare Încirlikê bigere? Ger Tirkiyê bi biryareke teqez ji Rojava dur bikeve, ew îhtimal heye lê ne di demeke kurt de.”

Li gorî Rojnameger Yaşar Aydin ew rageşiya di nava têkîliyên Tirkiye û Emrîkayê de nagihêje asta girtina Încirlikê û niha Încirlik bi tenê wek amûreke polîtîkayê ya navxweyî tê bikaranîn. Bi boçûna Aydin, piştî 20ê rêbendanê kelegerma di nava Tirkiye û Emrîkayê de wê bi dawî bibe û wê Încirlik jî neyê girtin.

Aydin got jî: “Încirlik baregeheke Amerîka û NATOyê ye. Wê vekirî bimîne. Ya rastî pêdiviyeke bingehîn ya Emrîka û NATOyê bi Încirlikê nîn e, ji bo ku balefiran rake bo Rojhilata Navîn. Ji aliyê têkîliyên Tirkiye, Amerîka û NATOyê ve di warê siyasî û leşkerî de bi tenê xwedî wateyeke sembolîk e. Berewajî nîqaşan ez di wê baweriyê de me wê di demek nêzîk de Tirkiye û Amerîka bi hev re baştir bibin. Tirkiye sînyalên wê yekê dide.”

Temelê baregeha Încirlikê berî endamtiya Tirkiyê ya bo NATOyê bi salekê ku 13 kîlometreyan durî navenda Edenê yê di sala 1951an de tê avêtin. Ev baregeh di sala 1954an de jî tê vekirin. Li gorî çavkaniyên artêşê 2 hezar û 500 leşkerên Emrîkî niha li vê baregehê dimînin. Ev baregeh di şerê İraqê de bi awakî aktîf hatibû bikaranîn.