NATO: Em ji destwerdana Îranê li Iraqê dilgiran in

Liser pirsa nûçegîhanê K24 a hewlên Îranê ku bi rêya Heşda Şabî bandorek zêdetir liser Iraqê peyda bike, Stoltenberg diyarkir: Destwerdanên Îranê li Iraqê li herêmê astengiyan li pêş ewleyî û aştiyê derdixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyarkir ku, NATO ji destwerdan û bandora Îranê liser Iraqê dilgiran e. Stoltenberg helwêsta NATO girêdayî vê babetê, piştî civîna NATO – Gurcistanê eşkere kir.

Liser pirsa nûçegîhanê K24 a hewlên Îranê ku bi rêya Heşda Şabî bandorek zêdetir liser Iraqê peyda bike, Stoltenberg diyarkir: NATO di çarçoveya têkoşîna dijî terorê û kontrola dinav Iraqê de piştgiriyê dide hukimeta Iraqê. Gelek welatên endamên NATO jî, bi awayek yekser piştgiriya xwe ji Bexdayê re kirin e. Destwerdanên Îranê li Iraqê li herêmê astengiyan li pêş ewleyî û aştiyê derdixe. Welatên endamên NATO gelek caran dilgiraniya xwe di vê babetê de anîne ziman”.