Kosret Resûl ji Hîro re: We şermezariyeke mezin ji Yekîtî re çêkir

Kosret Resûl: Di yekem xwendin de, min hest kir, ku ev name bêtir ji bo belavkirinê hatiye şandin û ji bo belavkirina tometan û piropagendeyên bêrê, nek ji bo çarekirinê

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kosret Resûl Elî, di peyamekê de bersiva endama polîtbîroya YNKê Hîro Ibrahîm Ehmed da, ku duh di nameyekê de, ji Kosret Resûl xwestibû, civîna serkirdatiya YNKê lidar bixe û têde roja girêdana kongirê giştî destnîşan bikin.

Kosret Resûl, di bersiva xwe de dibêje: "Di yekem xwendin de, min hest kir, ku ev name bêtir ji bo belavkirinê hatiye şandin û ji bo belavkirina tometan û piropagendeyên bêrê, nek ji bo çarekirinê rewşa perîşan a YNK".

Di beşekî din de ji peyama xwe, Kosret Resûl dibêje: "Mixabin Te bi xwe û malbata te, bêyî hûn guh bidin dîroka YNK û bê hesabkirin ji pêgeha Mam Celal û xebata hevalên wî, we rêketinên jêrbijêr li gel hin aliyan kir, we hişt ku YNK rastî gellek şaştiyên siyasî û hizbî û netewî bê, we şermezariyeke dîrokî gellekî mezin li ber xelkê û cemaweran ji YNKê re şêkir".

N.O