Şikeft bûne cih û warên gundên sînorî yên Efrînê

Bi sedema bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundên sînorî yên Efrînê, gelek ji gundên ser sînor hatine valakirin û xelkê wan gundan di şikeftan de bicih bûne, wek ew dibêjin, bi roj ji ber topbaranê nikarin derkevin û şev jî ji dengê top û çekên giran nikarin rakevin.
kurdistan24.net

K24 – Efrîn

Xelkê wan gundên sînorî didin xuyakirin, ku ew nizanin ji bo çi bajar û gundên wan tên wêrankirin û bi dilgiranî behsa bêdengiya cîhanê û bi taybet welatên mezin dikin, ku beramberî operasyona artêşa Tirkiyê ti helwest nedane xuyakirin.

Herwiha tevî ku ew di rewşeke gelekî xirab de dijîn, lê ew didin xuyakirin ku ew ji Efrînê dernakevin.