Mesrûr Barzanî peyamek da xelkê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek da cemawerên Kurdistanê û daxwaz ji wan kir, hemû pêkve sibe biçin ser sindoqên dengdanê û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.
Têksta peyama şêwirmendê encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzan:
Welatiyên hêja,
Hêvîdar im ji we, wek wefadariyekê ji bo xwîna şehîdan û enfalkiriyan û ji bo padaşta Pêşmergên qareman û ji bo rêzgirtin li ked û xebata gelê me, bila em hemû bi hevre sibe biçin dengdanê û bi belê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin.
Mesrûr Barzanî
24/9/2017