Daxuyaniyek ji fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê

Fermandeya giştî ya Pêşmerge: "bi beşdariya topçiyên Îranê, êrîşeke berfireh li ser hêzên Pêşmerge li devera Pirdê hat kirin."

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ku wêneyekî wê ji bo Kurdistan 24ê hatiye şandin ragihand: "Îro bi beşdariya topçiyên Îranê, êrîşeke berfireh li ser hêzên Pêşmerge li devera Pirdê hat kirin."

Têskta daxuyaniyê

Demjimêr heştê sibeha îro 20ê Cotmeha 2017an, milîsên Heşda Şeibî bi çekên Amerîkî ku ji bo artêşa Iraqî hatibûn şandin, bi beşdariya topçiyên Îranê, êrîşeke berfireh li dijî hêzên Pêşmerge li devera Pirdê kirin. Heya niha hemû êrîş hatine têkbirin û bêtirî deh Hamer û tankên Abramiz hatine jinavbirin.

Di wî şerî de, hêzên Pêşmergên Kurdistanê bi awayekî qaremane berevanî kirin û serfiraziyeke mezin tomar kirin.

Diyar e mebest ji wê êrîşê ew bû, ku hikumeta Iraqî heya dawiya sînorên îdara Kerkûkê kontrlo bike.

Fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê