Miqdad: Bi şer an aştî, em dê Idlibê kontrol bikin

Desthilata Sûriye, balkişand rewşa aloz a Idlibê û diyarkir: “Li her dever a Sûriye em dê biserkev in, li Idlibê jî serkeftin dê ya me be. Peyama me ji her alî re vekirî ye: Bi şer an aştî, em dê Idlibê kontrol bikin!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya El Wetan a Sûriye eşkere kir, Cîgirê wezîrê derve yê Sûriye Feysel Miqdad ragihandiye: Rêkeftina Rûsya û Tirkiye liser pêkanîna herêma bê çek li Idlib, perçeyek ji diplomasiyê ye. Lê, Idlib dê her bikeve bin kontrola desthilata Sûriye.

Ligor Rêkeftina Soçî ya di navbeyna Tirkiye û Rûsya de, heta 15ê Cotmehê li derdora idlib herêmek derdora 15 km a bê çek tê damezrandin. Grûbên terrorist ji deverê tên derxistin. Heta niha helwêstek zelal ji alî grûba herî mezin li Idlib Tehrîr el Şam, di vî warî de nehatiye eşkere kirin.

C.B