Berpirsekî werzişê yê Kurd li ser riya Bexdayê hat revandin

Cîgirê Yekem yê Serokê Komîta Olympî yê Iraqê û Serokê Yekîtiya Boxsingê ya Iraqê Beşar Mistefa ku Kurd e û ji Dihokê ye li ser riya di navbera Bexda û Kerbelayê hat revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Yekem yê Serokê Komîta Olympî yê Iraqê û Serokê Yekîtiya Boxsingê ya Iraqê Beşar Mistefa ku Kurd e û ji Dihokê ye li ser riya di navbera Bexda û Kerbelayê hat revandin.

Jêderên ewlehiyê belav kirin, ew berpirsê di warê werzişê de li navçeya Moseyî ya ser bi parêzgeha Babilê ve hatiye revandin.

Li gor zanyariyan, Beşar Mistefa di dema vedigerî li ser riya di navbera Kerbela û Bexdayê de ji aliyê kesên ku cilûbergên leşkerî lixwe kiribûn hatiye revandin.

Hêzên ewlehiyê di lêgerîna Beşar Mistefa de berdewam in û dibêjin, ew ber bi cihekî ne diyar ve hatiye revandin.

Berê jî û di sala 2009an Beşar Mistefa ji aliyê grûpeke nenaskirî ve hatibû revandin û ev cara duyem e tê revandin.

 

S. B