Nêçîrvan Barzanî û balyozê Keneda rewşa meşextan gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya balyozê Keneda li Iraqê Paul Gibbard û seroka nivîsgeha Keneda li Hewlêrê Nanci Bergiron û şanda li gel wan kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya balyozê Keneda li Iraqê Paul Gibbard û seroka nivîsgeha Keneda li Hewlêrê Nanci Bergiron û şanda li gel wan kir.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Paul Gibbard kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê da xuyakirin û rola Herêma Kurdistan di şerê li dijî DAIŞê û hewandina hejmareke mezin ji penaber û meşextan bilind nirxand û behsa bername û çalakî û hevkariyên welatî xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê, behsa rewşa niha û qunaxên nû piştî hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê û vekirina rûpeleke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û bal kişand ser qunaxa cenga li dijî DAIŞê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka û rola Keneda di wî warî de bilind nirxand.

Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa meşext û penaberan, pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistan, gavên erênî yên Herêma Kurdistan derbarê rewş û rola jinan, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keneda de û pêşxistina wan pêwendiyan hatin behskirin.

N.O