Hêro Îbrahîm biryara girêdana kongirê YNKê da

Hêro Îbrahîm roja girêdana kongira çaremîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar dike û radigihîne, 7 Adara 2018an kongre tê girêdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêro Îbrahîm roja girêdana kongira çaremîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar dike û radigihîne, 7 Adara 2018an kongre tê girêdan.

Endama Polîtbruya YNKê û hevjîna Mam Celal Hêro Îbrahîm ji medyaya partiya xwe re ragihand, roja 7ê Adara 2018an kongira çaremîn a YNKê tê girêdan.

Hevjîna Talebanî amaje bi wê jî kir, girêdana vê kongreyê pêwîstiyek e ji bo nûkirin û rêkxistina wê partiyê ye û daxwazeke rewa ya heval û kadroyan e.

Ev yek di demekê de ye, piştî koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê Mam Celal, dengoya girêdana kongirê YNKê heye, lê beşek ji serkirdeyên YNKê girêdana kongir bi guncaw nazanin.

Baskê malbata Talebanî ku baskê piranî yê wê partiyê daxwaza girêdana kongir dikin, ta niha jî Polîtburo û Encûmena Serkirdatiya YNKê bi fermî biryara girêdana kongir nedane.