HSD astengiyên şerê li dawî baregeha DAIŞê aşkere dike

Baxoz dorpêçkirî ye, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi grûpên biçûk û gavên bihejmartin xeleka dorpêçê li DAIŞê teng dikin, û ji çiyayê Baxozê û mihwerê Sosayê ve bargehên DAIŞê topbaran dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Baxoz dorpêçkirî ye, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi grûpên biçûk û gavên bihejmartin xeleka dorpêçê li DAIŞê teng dikin, û ji çiyayê Baxozê û mihwerê Sosayê ve bargehên DAIŞê topbaran dikin.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih li nava bajarê Baxozê dibêje, DAIŞ ne dest girêdayî ye û ne jî tenê tamaşe dike, belkû bi mûşekên germahî û xwekujan hewl dide pêşketina şervanên HSD lawaz bike. Niha DAIŞ demjimêrên şer yên dawî dijmêre û kesên mane xwe radest nakin û rijd in şerê xwe ta dawiyê bikin.

Fermandarê HSDê Ednan Efrînî ji K24ê re dibêje: “DAIŞ niha li dawiya Baxozê maye. Me sê çarîkên Baxozê standiye û çarîkek maye. DAIŞiyên mane jî xwe di nava sivîlan de vedişêrin. Ji bo parastina sivîlan em hêdî hêdî lê didin. Niha şer heye, lê ew şerê giran tune ye.”

Şervanên HSD amadekariyên êrîşa dawî bi ser navenda Baxozê dikin, şervan hemû bi yek gavê ji mihwerê çiya dadikevin. Li gorî HSD, heye di kîjan demjimêrê de dest bi êrîşê bibe, lê hewl didin sivîlên li deverê mane derxînin, ew jî di çend konan de li destpêka Baxozê asê mane. DAIŞ bi rêya segvanan xalên şervanan li xêza yekemîn gulebaran dike.

Şervan Ebdula Ubêde dibêje: “Rûbera di navbera me û wan de gelekî kêm e, dora 1.5 K.M e. Tiştê li pêşiya me dibe asteng sivîl in. Em hişyarî û aramî gavên xwe davêjin ta ku ziyan negihe sivîlan, heger ne ji sivîlan be, Baxoz dê di çend demjimêran de kontrolkirî ba.”