Kurdistan Li Sêrtê xeta boriya gaza xwezayî hat teqandin

Li Sêrtê xeta boriya gaza xwezayî hat teqandin
Teqandin

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê xeta boriya gaza xwezayî hat teqandin. Ji ber teqanînê li Sêrtê gaza xwezayî hate birîn.

Xeta boriya gaza xwezayî ya li bakurê Kurdistanê, îşev ji hêla kesên nenaskirî ve 20 kîlometre nêzîkî Sêrtê hat teqandin.

Rayedarên dewleta Tirkiyê îdîakirin ku, êriş ji hêla PKK'iyan ve hatiye kirin, tîmên Kompaniya Petrola Tirkiyê ku, wek BOTAŞ tê zanîn, bi armanca çêkirina xetê çûn cihê bûyerê.