Pompeo û Lavrov tekezî li şerê terorê, û rêzgirtin li yekîtiya xaka Sûriyê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsya tekeziyê li şerê terorê, rêzgirtin li serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de digel hevpostê xwe yê Amerîka Mike Pompeo li Soçî ragihand, ew û Pompeo di derbarê Sûriyê de, tekezî li giringiya bicîkirina biryara Civate Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254 kirin e, ku tekeziyê li rêzgirtin û yekîtiya xaka Sûriyê dike.
Lavrov got jî, ew digel Wezîrê Derve yê Amerîka liser berdewamiya hemahengiyê, jinavbirina terorê li Sûriyê, aktîvkirina proseya siyasî û xweşkirina zemîna vegera penaberan lihev kirin e.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîka got, wan behsa awayê kêmkirina êşa gelê Sûriyê kirin e, û ew dixwazin kar ji bo wê yekê bikin, ku Sûriye nebe cihek ewle ji bo teroristan.
C.B