Berî serdana Îranê, şanda YNKê ligel PDK dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî birêketina şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo Tehranê, îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK li ser çend pirsên taybet bi rewşa Kurdistanê bi giştî û referandûmê bi taybetî dicivin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê ragihand, yek ji tewerên civînê pirsa referandûmê dibe, herwiha tewereke din jî guftûgokirina derbarê serdana şanda YNKê bo Tehranê ye. Ev jî hokarek e bo encamdana wê civîna bilez e.

Duh jî şanda YNKê ligel Tevgera Goranê civiyabû, bo amadekirina projeyekê amade bo guftûgokirina wê ligel berpirên Îranê, derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de.

Peyamnêrê me got jî, aktîvkirina parlementoyê jî yek mijarên civîna PDK û YNKê ne.