“HSDê 45 K.M ji Reqayê kontrol kiriye”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di hefteya borî de 45 K.M çargoşe di nava Reqayê de kontrol kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di hefteya borî de 45 K.M çargoşe di nava Reqayê de kontrol kiriye.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dilon di konferaseke rojnamevanî de ragihand, ku HSDê bi piştevaniya wan karîne di hefteya bûrî de  45 K.M çargoşe di nava Reqayê de ji destê DAIŞê kontrol kir û niha DAIŞê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye.

HSDê ji 6 Hezîranê ve û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiriye û heta niha çend tax li rojava, bakur û rojhilatê bajêr kontrol krine.