Mesûr Barzanî Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîroz kir

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera Cejna Rojiyê ya Êzdiyan peyamek belavkir û pîrozbahiyên xwe ragihandin. Diyarkir, rojên geş û ronahî lipêş Êzdiyan in

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera Cejna Rojiyê ya Êzdiyan peyamek belavkir û pîrozbahiyên xwe ragihandin. Diyarkir, rojên geş û ronahî lipêş Êzdiyan in.

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Kurdistanê di account a xwe ya sosyal-medya de peyama pîrozbahiyê weşand û Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîrozkir.

Mesrûr Barzanî dilgeşiya xwe ji sekna Êzdiyan anî ziman: “Cejna Rojiyê li Êzdiyan li Kurdistanê û tevayiya cîhanê pîroz be! Herçend Kurdên Êzdî rûbirûyî tade û komkûjiyan bûn, sekna wan cihê serbilindiyê ye”.

Mesrûr Barzanî diyarkir ku, bawer e pêşerojek ronahî û rojên geş li pêş Kurdên Êzdî ye.

Kurdên Êzdî ji derveyî Cejna Rojiyê 7 cêjnên din pîroz dikin.

 

 

 

C.B