Suriye, HSD tewanbar dike ku rê ji Tirkiye re xweş dike

Hikumeta Suriyê dibêje, Kurd rê ji bo Tirkiyê vedikin destwerdanê di karûbarên Suriyê de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Hikumeta Suriyê dibêje, Kurd rê ji bo Tirkiyê vedikin destwerdanê di karûbarên Suriyê de bike.

Cîgirê Wezîrê derve yê Suriyê Feysel Mîqdad, di semînerekê li Şam a paytexta Suriyê ragihand, Kurdên ku bi danîna pêwendiyan bi Amerîka re razîbûn e, rê li pêşya Tirkiyê vedikin ku, destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Suriyê de bike. Navborî herweha got, Amerîka Hêzên Sûriya Demokrat li bakûrê Suriyê bikar tîn e, çawa ku Tirkiye û Israîl li hin navçeyên din yên Suriyê dikin.

Cîgirê wezîrê derve yê Suriyê herweha anî ziman, her aliyek ku bi teror û dijminên Suriyê re li dijî welat radiwest e û bi taybetî Israîlê, ew aliyek xayin û kûjer e.