Şervanan li Efrînê otombêleke Tirkiyê teqandin

YPG: Di encama wê çalakiyê de, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û çekdarên ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şervanên Yekîneyên Parastina gel YPG eşkere kirin, ku wan di çalakiyekê de otombêleke artêşa Tirkiyê li Efrînê teqandin.

Navenda ragihandina YPG û YPJ vîdyoya teqandina otombêleke serbazî belav kir û ragihand ku "Şervanan çalakiyek li navçeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ve, li dijî artêşa Tirkiyê encam dan û otombêleke wan ya serbazî teqandin".

Li gorî daxuyaniya YPG: "Di encama wê çalakiyê de, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û çekdarên ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve hatin kuştin".

Piştî nêzîkî du mehan ji destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyona Sûryê ve, li bajarê Efrînê, di 18 Adarê de, dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat ragihandin, ji aliyê xwe fermandarên YPG tekez kirin, ku qonaxeke nû ya şer û bi awayekî nû, wê li nav Efrînê destpê bike.

N.O