Berpirsekî pilebilind yê Amerîka: Pêwîst e Bexda û Hewlêr li ser mûçe lihev bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka John J. Sullivan got: "Di dema serdana min de ji bo Bexda û Hewlêrê, min çavdêriya pêşveçûna danûstendinan di nav herdu aliyan de kir û Washington nêzîkbûneke bêtir di nav wan de peyda bibe û kirîz bidawî bên".
John J. Sullivan ku di dema dawî de serdana Hewlêrê û Bexdayê kiribû, ji rojnamevanan re got: "Min her yek ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî han da, ku pêwîst e herdu alî lihev bikin û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên dayin û qedexeya li ser geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê bê rakirin".
Wî berpirsê Amerîkî tekez kir ku "Amerîka pêbendî Iraqeke federal, pêşketî, demokrat û yekgirtî ye, ku li gel daxwazên hemû pêkhateyan be".
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka diyar kir, ku "Pêwîst e herdu alî berdewam bin li ser diyalogê heya hemû nakokî, bi taybet ew kêşeyên biçûk bên çarekirin".
Sullivan tekezî li ser giringiya vegerandina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, daku bi hevre gavan ji bo çarekirina kêşeyên mezin jî bavêjin.