Parêzgarê "Sepandî yê Kerkûkê" sîxuriyê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Li gorî nivîseke nihênî ku îmzeya Rakan Cibûrî, "Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê" li ser e û ji nivîsgeha fermandeya hêzên dije tîrora Iraqê re hatiye şandin, zanyar li ser çend çalakvan û rojnamevanên Kerkûkê eşkere kiriye daku kar li ser wan zanyariyan bê kirin.
Li gorî belgenameyê, di torên civakî de, sîxurî li serçalakvan û rojnamevanên Kerkûkê hatiye kirin û bi têkdana nerîna giştî hatine tometbarkirin, hevdem navnîşan û cihê karên wan çalakvanan ji bo hêzên dije terora Iraqê hatine eşkerekirin.
Herwiha li gorî wê nivîsê, ew çalakvan û rojnamevanan, ji pêkhatên cuda yên Kerkûkê ne, Kurd û Ereb jî di nav wan de hene û hin ji wan jî, jimarên mobaylên wan jî hatine nivîsandin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ku bi riya rêketinekê li gel çend berpirsên xuyayî, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî radestî milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî hatin kirin û parêzgarê rewa û hilbijartî yê Kerkûkê ji kar hat dûrxistin.
N.O