Dirêjkirina Rewşa Awarte rastî nerazîbûnan tê

Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen da zanîn ku Rewşa Awarte di bingeha xwe de kêmkirina mafên mirovan e û ji zerarê pê ve tu fêdeyek nade civakê

K24 – Navenda Nûçeyan

Dirêjkirina maweya Rewşa Awarte ya cara 7'an li bakûr û Diyarbekirê rastî nerazîbûnan hat. Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen da zanîn ku Rewşa Awarte di bingeha xwe de kêmkirina mafên mirovan e û ji zerarê pê ve tu fêdeyek nade civakê. Welatî jî ji dirêjkirina Rewşa Awarte bi gazinc in û daxwaz û banga wan, avakirina aramî û aştiyeke mayînde ye.

Li Diyarbekirê hem qada civakî hem qada siyasî, hem qada hiqûqî bendewar bûn ku Rewşa Awarte ev car bi dawî were lê berojavî bendewariyan, ev pêvajo hat nûkirin. Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen dibêje; bandorên neyînî yên vê rewşê zêdetir li civaka bakûr dikin û pêşî li mafê xweîfadekirina xelkê tê girtin. Ozmen amaje dike ku ev yek dibe sedema çewisandina hestên civakê.

Ahmet OZMEN-Serokê Baroya Diyarbekirê, dilgiraniya xwe weha rêz kir:

"Rewşa ku Tirkiye niha tê de ye, hewcedarî bi Rewşa Awarte tuneye. Heta demokrasiya Tirkiyeyê, mafên mirovan, yekîtiya gelan, biratiya gelan zerarê dibînin. Rewşa Awarte ji xeynî demokrasiyê, ji xeynî mafên mirovan, pergaleke wisa ye ku tu fêdeyek ji vê civakê re nayne. "

Di civaka Diyarbekirê de ji îlankirina Rewşa Awarte heta niha tu meş û xwepêşandan nehatine kirin. Niştecihên bajêr jî li ser van bergiran dibêjin ku heger bingeha aştiyeke mayînde bi vê Rewşa Awarte were danîn, em li dij dernakevin û em ê sebir bikin. Welatî Maşallah Solmaz dibêje; daxwaza min wekî welatiyek tenê aramî ye.

Maşallah SOLMAZ-Welatî, bîrûrayên xwe weha anîn ziman:

"Me divê temamî alema îslamê bi biratî bijîn. Bila her kes bi hev re di nav aştiyê de bijî. Ji bo aramiya me, ji bo aramiya zarokên me, ji bo pêşeroja me, em hawirdoreke paqij dixwazin."

Li Diyarbekirê yek ji pirsgirêkên mezin jî bêkarî ye. Li gorî nirxandina qada civakî jî bi Rewşa Awarte re bandorên neyînî zêdetir li rewşa aboriya xelkê herêmê kiriye. Welatî Kadrî Demîrok jî dibêje; her çiqas pirsgirêka me ya mezin bêkarî û bêderfetiya xebatê be jî em doza aştiyê dikin; bila aştî hebe, bila kar tunebe.

Kadrî DEMÎROK-Welatî, di wê baweriyê de ye

"Divê aştî çêbibe. Aştî tunebe, em tiştek naxwazin. Bila tiştekî me tunebe, bila kar jî tunebe. Bila aştî hebe. Li seranserê bakûr kesên ku bi temenên xwe 50-60 salî ne, hemû jî bi hêza milên xwe dixebitin, lê li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê ne wisa ye. Ji 50 kesan hemû malnişîn in lê li vê derê ji 50 kesan 10 kes jî ne malnişîn in. Dewlet tu derfetan li vê derê nade. "

Li Diyarbekirê dirêjkirina Rewşa Awarte hem ji aliyê gel ve hem ji aliyê qada hiqûqê ve rastî nerazîbûnan hat. Ji bo van nerazîbûnan jî 2 sedem hatin nîşandan; sedema yekemîn çewisandina hestên civakê, sedema duyemîn jî bandorên wê yên ku zêdetir li civaka bakûr dikin hatin, diyarkirin.

 

 

C.B