Kobanê.. Tê xwastin Newroz ya gel be, ne ya partiyan be

Li bajarê kobanê Newroz li 2 deveran birêve çû. Rêveberiya Xweser a Herêma Feratê ahengek li Miştenûrê lidar xist û li aliyê din jî Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wihdê) ahengek li daristana Kobanê birêve bir.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li bajarê kobanê Newroz li 2 deveran bi rêveçû. Rêveberiya Xweser a Herêma Feratê ahengek li Miştenûrê lidar xist û li aliyê din jî Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Wihdê) ahengek li daristana Kobanê birêve bir.

Serokê Kantona Kobanê Mistefa Îto ji K24ê re got: “Emê bi vî rihî Newrozê pîroz bikin. herwiha îro serkeftinên ku şervanên azadiyê HSD, YPG û YPJ li Baxozê tariya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtibû, dişikînin. Em Newrozê li mirovahiyê û aştîxwaz pîroz dikin. Careke din vê roja pîroz li dê û bavên şehîdan pîroz dikin.”

Endamê Rêveberiya El-Wehdê li Kobanê Arêf Hiso ji K24ê re got: “Peyama ji xelkê re ew e ku di salên pêş de Newroza me bi hemû aliyan yek be. Em wek Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê nerîna me ya siyasî aşkere ye û nêzîkbûna me ji hemû aliyan re yek e. Ew hêzên me yên Kurdî yên îro li Baxozê şer dikin me Newroza xwe diyarî wan kiriye, diyarî dê û bavên şehîdan kiriye, diyarî gelê Kurd kiriye, hêviya me ew e Newroz bibe ya yekîtiya Kurda bi giştî, ne Newroza partiyan be, belkû Newroza gel be.”