Neteweyên Yekbûyî liser Heşda Şabî, bala hikumeta Iraqê dikşîne

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, sînorekî ji tundûtûjiyê û binpêkirinên Heşda Şebî re li Xûrmatû deyne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, sînorekî ji tundûtûjiyê û binpêkirinên Heşda Şebî re li Xûrmatû deyne.

Derbarê rewşa piştî 16 Cotmehê Neteweyên Yekbûyî tîmeke taybet ji bo bidûvçûna rastiyan şand bajarokê Tûzxûrmatû û  di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku, tîmên wan ji bilî berpirsan, li Hewlêr jî ligel hejmarek welatiyên aware yê wî bajarokî rûniştin e û biryar e jî di çend rojên bê de tîmeke din  serdana wî bajarokî û çend navçeyên din bike.

UNAMI  daxwaz kir, bi lez sînorek ji kiryaran re bête dayîn, ku gef in li ser jiyana welatiyên Kurd û Turkmenên Xûrmatû. Daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir, hemû tedbîran bistîne ji bo rêgiriyê li binpêkirinên Heşda Şebî bike.