Fransa hebûna leşkerî ya Îranê li deryaya Spî red dike

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian dibêje, Parîs qebûl nake Îran hejmûna xwe ya leşkerî ta deryaya Spî berfereh bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian dibêje, Parîs qebûl nake Îran hejmûna xwe ya leşkerî ta deryaya Spî berfereh bibe.

Wezîrê Derve yê Fransayê di hevpeyînekê de ligel kenala “France2” derbarê hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê de ragihand, Îran mîlîşyayên çekdar yên ser bi wê ve tîne Sûriyê û piştevaniya Hizbulaha Libnanî dike.

Jean Yves Lordian tekez kir jê, divê Sûriye vegere bibe welatekî xwedî serwerî, ango “Serbixwe” û dûrî fişarên her welatekî din be.

Amaje bi wê jî kir, ku niha dem hatiye Mosko û Taranê bi Encûmena Asayişa Navdewletî re hevkar bin, ji bo bidawîanîna şerê li Sûriyê.

Ji aliyekî din ve, ajansa Reutersê li ser zarê Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, “Hebûna Îranê û hewlên ji bo vekirina riyekê ji Deryaya Spî û ta Taranê nayê qebûlkirin.

Di çend hefteyên bûrî de alozî di navbera Fransa û Îranê de derketiye, bi teybet piştî ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû, divê Taran bernameya xwe ya dijminane li navçê sînordar bike û bernameya mûşekên Ballistic aşkere bike.