Karkerên Kurd li Enqereyê doza mûçeyên xwe dikin

Karkerên Mexdûr: Heta ku em mafên xwe bidest bixin wê berxwedana me bidome.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Karkerên Kurd li Enqereya paytexta Tirkîyeyê ev 10 roj zêdetir e ji bo ku mûçeyên wan nayê dayîn ketine grevê. Li ser navê 225 karkerên Kurd ku di TOKÎyên Mamaka Enqereyê de xebitîne û 2 sal in mûçeyên wan nehatiye dayîn, 15 karker ji 21ê Mijdarê vir ve li ber avahiyên ku çêkirine dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di 2yê Kanûnê de 7 karkerên ku di nobeda çalakiyê de bûn, bişev ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin û pişt re bi cizayê 259 Lîreyî hatin berdan.

Karekerên mexdûr li gel nûnerên sendika û partiyan xwestin ku li ber avahiya giştî ya TOKÎyê daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê belê piştî bazariyên dûvdirêj polîs bes destûrê da koma karkeran û parêzêrê wan.

Berdevkê Karkerên Mexdûr ên TOKÎyê (Îdareya Komavahiyên Tirkiyeyê) Omer Ozkayayê endezyarê avahîsaziyê dibêje, heta dawiyê jî em ê li pey doza xwe bin û serî li her cihî hewce bidin.

Berdevkê Karkerên Mexdûr Omer Ozkaya ji K24ê re got: "Em doza nanê xwe dikin. Me xwêdana xwe rijandiye û em doza heqê xwe dikin. Ji xeynî vê tu armancekî me tune ye. Di sala 2017an de hinekî mûçeyên me dane, lê belê hêj beşekî mezin nedane. Heta niha fîrmaya taşeron me dixapandin, lê niha jî salekî zêdetir e ku TOKÎ me dixapîne. Îro şûnve em ê berxwedana xwe mezintir bikin."

Hesen Durgaçê Berpirsê Karkerên Mexdûr jî dibêje, heta niha berpirsên TOKI û rayedarên dewletê soz dane wan ku mûçeyên wan bê dayîn lê belê heta niha jî ew sozên xwe neanîne cih.

Berpirsê Karkerên Mexdûr Hesen Durgaç dibêje: "Me li vir kare xwe pêk anî. Li vê derê fîrmayê konkortodo da îlankirin û got ku îflas kiriye. Wê çaxê çek û sened dane me. Çek û seneden 4-5 mehî dan me û gotin ev heqê we ye û em ê bidin. Ew difikirin ku em ê dev ji berxwedana xwe berdin. Me li wê jî got em mexdûr in, em nikarin pêrê xwe bistînin û li ser vê ji barekî din rabûn bo her serî mirovekî 260 mîlyon ceza ji me birrîn."

Parêzêrê Karkeran Huseyîn Aslan jî dibêje, li gel ku rayedarên TOKÎ û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê vê neheqiyê dizanin jî dîsa bêdeng dimînin.

Parêzêr Huseyîn Aslan wiha axivî: "Hevalên me yên karker nêzî du sal in ku heqê xwe nastînin û di şert û mercên xirab de dixebitin. Di Nîsana 2018an de karker dev ji kar diberdin lê belê rayedarên TOKÎyê dikevin navberê û temînatê didin wan. Û ew jî hêvî dikin ku pereyên wan bê dayîn lê mixabin mûçeyên wan nehat dayîn û ew niha mexdûr in. Li aliyê din dibêjin serî li darazê bidin lê belê daraz ancax heta 4-5 salan dozên wiha kar encam dide. Lê belê em ê heta dawiyê jî riyên hiqûqî biceribînin."

Li gorî karkeran nêzî 2 mîlyon TL heqê wan ji ber ku piştî qeyrana aborî ya Tirkiyeyê ew kompanya konkordato ragihandine nayê dayîn. Karkerên mexdûr dibêjinî, heta ku em mafên xwe buidest bixin em ê berxwe bidin û hemû rêyên hiqûqî biceribînin.