Erdogan: Em daxuyaniyên John Bolton qebûl nakin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton girt û got, ew şaşîtiyeke mezin dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton girt û got, ew şaşîtiyeke mezin dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Parlemantoya Tirkiyê di civîna bi komar Ak Partiyê re gotara xwe ya heftane pêşkêş kir û got: “Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton şaşitiyeke mezin kiriye dema got divê hevalbendên wan yên Kurd bên parastin û bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişin.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton berî du rojan li Îsraîlê got: “helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.”

Erdogan careke din gefe destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser rojhilatê Firatê xwe û got: “Em ti carî gave bi paş ve navêjin, ew kesên karîdora terorê li Sûriyê çê kirine dê dersên pêwîst bibîn. Li cem me PKK, PYD, YPG û DAIŞ yek in û tu cudahî di navbera wan de nîn e.”

Herwiha got: “Amerîka li Minbicê gelekî me mijûl dike, lê dîsa em bi pêş ve diçin. Ji bo rojhilatê Firatê em bibiryar in û hemû cîhan vê yekê dizane.”

Got jî: “Di pêwendiya telefonî ya bi Trump re dîrokî ye û min nerazîbûnên xwe bi aşkere gotin ku ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîstiya we bi PKK û PYDê nîn e. Tirkiye bi artêşa Azad a Sûriyê re dikare êrîşî DAIŞê bike.”

Amaje bi pêwendiya telefonî ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re kir û got: “Her çi em bi Trump rêkeftibûn, lê ji aliyê berpirsên din Amerîka dengên cuda tên. Biryara Trump a derbarê Sûriyê ji bo me referansa sereke ye. Li gor rêkeftina min bi Trump re me amadekariyên xwe ji bo operasyona li dijî DAIŞê kirine. Herwiha bi DAIŞê re emê li dijî PKK û PYGê jî gavan bavêjin. Di demeke nêzîk de ev rêxistinên terorist li ser xaka Sûriyê tên jinavbirin.”

Got jî: “Hin bêbextî li Tirkiyê tên kirin û dibêjin Tirkiye dê Kurdan bikuje, lê ew rastiya Sûriyê dizinin çi ye. Ewên zanyariyên wan zêde li ser Sûriyê tune ne, dixwazin civaka navnetewî bixapînin. Em ne Kurdan dikujin, em teroristan dikujin.”

 

S. B