Keştiyeke serbazî Amerîkî nêzîkî peravên Tertûsê bûye

Donald Cook, keştiyeke serbazî ye û sed kîlo metran ji Tertûsê dûr e, herwiha şêst rokêtên Tomahawk li ser pişta wê keştiyê hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî hin dezgehên medya ya Tirkiyê belav kirine, ku keştiyeke serbazî Amerîkî binavê Donald Cook, ji girava Qubrisê derketiye û ber bi Tertûsê ve çûye.

Li gurî zanyariyên wan dezgehan, keştî ji corê serbazî ye û sed kîlo metran ji Tertûsê dûr e, herwiha şêst rokêtên Tomahawk li ser pişta wê keştiyê hene.

Livandina wê keştiyê, piştî daxuyaniyên serokê Amerîka Donald Trump tê, ku berî niha ragihandibû, ku Amerîka wê bersiveke tund li ser êrîşa kîmawî li ser Dûma yê bide.

Di 7ê vê mehê de, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê bordûman kirin û di encamê de, bêtirî 100 welatiyên sivîl, ji zarok û jinan canê xwe jidest dan.

Li gorî raporên pizîşkî û yên rêxistiyên mirovî, hêzên rêjîmê di wê êrîşê de, gazên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne, vê yekê jî karvedanaka tund li ser astê civaka navdewletî li pey xwe anî û her yek ji Amerîka û Frensa gefa bikaranîna hêzê li dijî rêjîmê kirin.

N.O