Baydemîr pirsnamyekê arasteyî Parlamentoya Tirkiyê dike

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr bal kişand ser makîneyek kar ya Şaredariya Konya ya Tirkiyê ku piştî rizgarkirinê li Reqayê hatiye dîtin û derbarê mijarê de pirsiyarnameyek arasteyî Parlamentoya Tirkiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr bal kişand ser makîneyek kar ya Şaredariya Konya ya Tirkiyê ku piştî rizgarkirinê li Reqayê hatiye dîtin û derbarê mijarê de pirsiyarnameyek arasteyî Parlamentoya Tirkiyê kir.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, bi armanca bersivdana Serokowezîrê Tirkiyê, derbarê makîneya kar ku li Reqayê hatiye dîtin, hin pirs araste kirin.

Baydemîr xwest bersiva van pirsan bê dayîn; Ev makîne kengî û çawa derbasî Sûriyê bûye? Heger di deriyên sînor re derbas bûye, ji kîjan derî hatiye derbaskirin? Bi çi armancê ev makîne hatiye derbaskirin? Gelo derbarê makîneyê de lêpirsîn hatiye vekirin, yan na?

Duh, dîmenê Makîneyeke kar ya Şaredariya Konyayê ku ji piştî paqijkirina DAIŞê li Reqayê hatibû dîtin, hatin belavkirin.

Şaredariya Konyayê derbarê mijarê de dabû xuyakirin, ew makîneyên xwe yên kevin difiroşin û dibe ku ji wan yek ketibe destê DAIŞê.