Dostê Kurd Zîggî: Ezê her alîkariya Kurdistanê bikim

Dostê dêrîn ê gelê Kurdistanê Zîggî û ji bo alîkariyan bigihînin ji gelê Kurdistanê re bi salan ew û malbata xwe ked û xebat di demên dijwar de kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Almanya

Dostê dêrîn ê gelê Kurdistanê Zîggî û ji bo alîkariyan bigihînin ji gelê Kurdistanê re bi salan ew û malbata xwe ked û xebat di demên dijwar de kirin. Dostê Kurd Zîggî ku demek e rewşa wî ya tenduristî nebaş e dibêje: “Demeke naxweş û aloz di ser Kurdistanê re derbas bû û êdî qonaxake hestiyar dest pê kiriye.

Dostê Kurd ê dêrîn Zîggî Martsch ji K24ê re got: “Ew bajêrên Kurdistanî yên ne li jêr rêveberîya Kurdistanê ne weke Kurkûk ê û deverên din, hîn rewşa wan ne aram e, ji ber ku Hukûmeta Bexda wan naparêze û rola siyasetmedaran jî gelek hestiyar e.”

Civata Zîggî û hevjîna wî Kirstîna her Kurdistan e, behsa ezmûna xwe ligel Kurdan dike û ew xwe bi du nasnameyan dibîne, Almanî û Kurdî.

Siysetmedar Alî Doskî li ser Zîggî ji K24ê re dibêje: “Pêwîst e yên wekî Zîggî pêwendiya me pê re berdewam be, ji ber ku hevalên wekî Zîggî nabe bêne jibîrkirin. Ew ji meletê me re mirovên herî girîng in

Di nava arşîva Zîggî de wêneyên gelek binerx ên ligel Serok Mesûd Barzanî û çend serkirdeyên din ên Kurd hene. Ew gelek bi karvedanên neyaran ên piştî referandûmê êşa ye û dibêje, dijminên Kurdan li Europa bi hêz in, gerek e Kurd jî pêwendiyên xwe lawaz nekin.

Dostê Kurd ê dêrîn Zîggî dibêje: “Berê digotin ku dostê Kurdan nîn in, lê ez bawer im dostên Kurdan gelek in, bi taybet Alman, weke min yên din jî hene. Ez berdewam bim ji bo alîkariya Kurdistanê heta hêza min hebe, ez bi wê yekê dilxweş im.”

Zîggî bi serdana Kurdistan24 dilşad bû, ev 5 sal in ew û hevjîna xwe Kirstîna neçûne Kurdistanê û dilê wî li ser dişewite. Zîggî dixwaze heta ku di jiyanî de mabe, têkiliyên wî neyên birîn.