HDPê hevpeymaniyê ji CHPê û Partiya Seadet dixwaze
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen banga hevpeymaniyê li CHP û Partiya Seadetê kir.
Ayhan Bîlgen, derbarê hilbijartinên serokatiya Tirkiyê kongirekî rojnamevanî lidar xist û têde got: Ji bo postê serokatiya Tirkiyê, di nav HDPê de, navê Selahadîn Demîrtaş li pêş e û yan wê Demîrtaş biser keve, yan jî ew berbijarê ku HDPê piştevaniya wî dike wê serbikeve.
BÎlgen herwiha bang li CHP û Partiya Seadetê kir, ku pêwîst e partiyên opozisyonê di hilbijartinên serokatiyê de, berbijarên cuda bidin pêş û ji bo hilbijartinên Perlemena Tirkiyê jî divê hevdu bigirin, CHP û Partiya Seadetê ji bo hevpeymaniya partiyên opozisyonê, hêviyek çêkirine û pêwîst e ew hêvî jidest neçe.
N.O