Îsraîl: Sûriyê S 300 li dijî me bikar bîne, wê jinav dibin

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê gefa bersiveke tund li Sûriyê dixwe, heger sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S 300 li dijî firokeyên Îsraîlê bikar bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê gefa bersiveke tund li Sûriyê dixwe, heger sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S 300 li dijî firokeyên Îsraîlê bikar bîne.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji rojnameya “Yedioth Ahronoth” a Îsraîlî li ser pirsa egera radestkirina Rûsya sîstema S 300 bo Sûriyê got: “Ya girîng ew e ew çekên berevaniyên yên Rûsya dide Sûriyê li dijî me bikar neyin, heger hat bikaranîn jî, emê bersivê bidin.”

Derbarê Avigdor da zanîn, ne Rûsya ji Îsraîlê pirsgirêk e, belkû Îranê pirsgirêk e. Berê sîstemên berevaniyê yên Rûsî li Sûriyê hatine belavkirin, lê li dijî Îsraîlê bikar nedihat.

Tekez kir jî, di navbera Îsraîl û Rûsyayê de kenalên pêwendiyê hene, lê aliyê li dijî Îsraîlê tevger kiriye Sûriyê bû û dema sîstema berevaniyê li dijî Îsraîlê bikar hatiye, Îsraîlê ew sîstem jinav birin.

Roja 14ê vê mehê û piştî êrîşa sêalî ya Amerîka, Brîtanya û Fransa li ser Sûriyê, Serokê Rêveberiya Operasyonên Giştî di Serokerkaniya Rûsyayê de Sergey Rodskoy ragihandibû, ne dûr e Mosko pêdaçûnê di pirsa hinartina sîstema mûşekên bergîriyê yên S 300 ji bo Sûriyê de bikin.

Duhê jî, Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz gefa kuştinê li Serokê Sûriyê Beşar Esed xwaribû û gotibû: “Heger Esed rê bide Îranê yan her aliyekî din ku ji nava xaka Sûriyê êrîşî Îsraîlê bike, ew bixwe di ber jiyana xwe dibe berpirsyar.”

 

S. B