Li Geverê Teqîn: 17 leşker birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di otombêleke serbazî de bombe hat teqandin. Di encamê de 17 leşker birîndar bûn ku rewşa çar ji wan giran e.

Bombeya ku, li gundê Basanê ser bi bajarokê Bajêrgeyê hatibû bicîhkirin, di dema derbasbûna karwaneke otombêlên serbazî de hat teqandin.

Artêşa Tirkiyê ragehand, di encamê teqînê de 17 leşkerên birîndar bûne ku rewşa çar ji wan birîndaran giran e.

Hat zanîn, hêzên ewlekarî, li deverê dest bi operasyonên hewayî û bajahî kirine.

Pişti bûyerê rêya Gever û Bajêrgehê ku di heman demê de rêya sînorê Îranê ye jî hatûçûnê re hat daxistin.