Dosyeyên rakirina parêzbendiyan gihîştin Parlamentoyê

Dosyeyên rakirina parêzbendiyan Hevseroken HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gihîştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dosyeyên rakirina parêzbendiyan Hevseroken HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gihîştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

Biryarnameyên Serokomariya Tirkiyê yên bi daxwaza rakirina parêzbendiyan 25 parlamenteran gihîştin Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê.

Dozgerên Komarî yên Tirkiyê bi armanca lêpirsîn û lêkolînê ji parlamentoya Tirkiyê, daxwaza rakirina parêzbendiyan parlamenteran dikin ku Hevserokên HDPê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav de ne.

Piraniya parlamenterên daxwaza rakirina wan tê kirin, yên HDPê ne. Daxwaza rakirinaparêzbendiya 4 parlamenterên CHP jî tê kirin.

 

S. B