Destîcî: “Heger yasaya darvekirinê derkeve, Ocalan dê bê bidarvekirin”

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin a Tirkiyê dibêje, ewê pîşniyara yasaya darvekirinê bînin rojeva parlamentoyê û heger yasa derkeve, dê Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan bê darvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Yekîtiya Mezin a Tirkiyê dibêje, ewê pîşniyara yasaya darvekirinê bînin rojeva parlamentoyê û heger yasa derkeve, dê Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan bê darvekirin.

Serokê BBPê Mustefa Destîcî ku ji lîsteya AK Partiyê bo Parlamentoya Tirkiyê hatibû hilbijartin, dixwaze sizaya darvekirinê careke din di sîstema hiqûqa Tirkiyê de cîh bigre.

Destîcî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, di hemû serdanên wan de, gel ji wan daxwaza sizaya darvekirinê dike û ew wek siyasetmedar hember vê daxwazê nikarin bêdeng bimînin.

Da xuyakirin, Rêberê PKKê Ebdulah Ocalan, hê jî serokê wê partiyê ye û pêwendiya wî berdewam dike û fermanan dide. Di dadgehkirineke weha de, ewê bi sizaya darvekirinê bê sizadan û dê were darvekirin.

Ev daxuyaniya Mustefa Destîcî di demekê de ye, roja 1ê vê mehê gotibû: “Heger parlemento yasaya sezaya darvekirinê derxe, ez ê jî pesend bikim.”

Rêberê PKKê Ebdulah Ocelan di 15 Sibata 1999an de di piroseyeke hewalgiriyê de li welatê Kînyayî hat girtin û bi firokeyeke Tirkî taybet ji bo Enqerê hat veguhestin û li girava Îmraliyê hat zindanîkirin û cezaya hetahetayê li ser e.

 

S. B